Rojek beriya hilbijartinên Meclisa Nûneran li Sûriyê, li Parêzgeha Siwêdayê doh ji saetên serê sibê ve xwepêşandanên redkirina hilbijartinan rû dan.
Xwepêşandêrên li bajarokê Qeriya yê başûrê parêzgeha Siwêdayê dest danîn ser sendoqên hilbijartinan ên Meclisa Nûneran.
Li gorî malpera Siwêda 24, xwepêşandêran belgeyên ji bo dengdanê û sendoq şewitandin.
Li ser dezgehên çapemeniyê dîmen hatin belavkirin ku xelkê Siwêdayê danîna sendoqên dengdanê yên taybet ji bo hilbijartinan li bajêr red dikin.



