Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya (Mexmûr) şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê, Şehîd Mehmed Hayrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi sînevizyonekê hatin bîranîn.
Sînevîzyona derbarê dîrok û giringiya Berxwedana 14’yê Tîrmehê de, bi tevlîbûna çalakvanên çalakiya nobetê û xelkê wargehê hate destpêkirin.
Piştî temaşekirina sinevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyane’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.



