Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 7 Gundên Minbicê bi obîsan topbaran kir.
Navenda Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşan ev agahî par vekirin:
“Dewleta Tirk di saetên ber bi deste seharê saet 3’yan de bi obîsan 7 gundên minbicê topbaran kir.
Gundên ku hate topbaran kirin gundê Toxar û gundê Diric ye bakurê minbicê bi 26 guleyên obîsan hate topbaran kirin.
Gundê Ereb Hesen, Em Celud û gundê Cerad 20 guleyên obîs û 5 bombê fenerlî hatin topbaran kirin.
Gunde On Eldadat, û gundê Mihsenlî bi obîsan hatin topbaran kirin
Meclisê da zanîn ku gund neştecihin.”
hejayî bi bîrxistinê ye ku doh di encam topbarana gundewarên Eyn Îsayê de welatiyek şehîd yek jî birîndar bibû.
Artêşa Tirk rêya M4 û Eyn Îsa topbaran kirin: Welatiyek şehîd bû



