Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Mêcî û Burciyan yên Amêdiyê bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê şewatek mezin li deverê derket.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine standin, du gundên Amediyê yên bi navê Mêcî û Burciyan rastî êrişan hatine.
Ji ber bombebaranê şewatek berfireh li deverê derket û li herêmê belav bû.
Li gor heman agahiyan ji ber şewatê ziyaneke mezin gihiştiya mal û rezên welatiyan.
Dîmenên ku ji herêmê hatine jî vê yekê bi zelalî radixe berçavan.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku ji ber tirsa êrişê kesek nikare here cihê şewatê û agir vemirîne.



