Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê endamê Asayîşê Xezal El Şêx li goristana bajarokê Hikumiyê spartin axê.
Endamê Hêzên Asayîşê Xezal El Şêx 15’ê Tebaxê ji ber nexweşiyeke giran li Reqayê şehîd bûbû.
Şêniyên kantona Reqayê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana bajarokê Hikumiyê kom bûn.
Di merasîmê de, ji fermandarên Hêzên Operasyonan Salih Ebdulhemîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Em soz didin gelê xwe û tevahî malbatên şehîdan ku emê meşa rûmetê, jiyaneke azad û aştiyê bidomînin.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mihemed El Ehmed di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina xeta wan da.
Dawiya de, ewsîqeya şehadetê ya şehîd Xezal hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.



