QSD’ê li herêmê ji bo parastinê her dem di nava amedebaşiyê de ye.
QSD’ê li Reqayê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê 2 operasyon pêk anîn.
Di encamê de, şane hate bê-bandorkirin û 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Di vê dema dawî de, tankerên sotemeniyê yên li ser riya navbera Kantona Reqa û Kantona Tebqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dihatin armanc kirin.
QSD’ê jî yekser ket tevgerê, dest bi şopandin, lêgerîn û lêkolînan kir.
Piştî vê QSD’ê cihê çeteyan naskirin û bi ser wan de girtin.
Li ser mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya navendê de weha hat gotin:
“2 û 4’ê Tebaxê, hêzên TOL’ê yên girêdayî QSD’ê 2 operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li Kantona Reqayê pêk anîn.
Di her du operasyonan de, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û şane hate bêbandorkirin.
Li cihê operasyonê gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî hatin desteserkirin.”
QSD’ê eşkere kir ku şaneya ku hatiye bêbandorkirin, tankerên ku sotemenî ji bajêr re dabîn dikirin, hêz û saziyên li bajêr hedef digirtin.
Heman demê Şaneyê 4 êrişên terorîst li dijî tankerên sotemeniyê li ser rêya di navbera Reqa û Tebqayê de pêk anîn.
Di êrişekê de ajokarê tankerekê hat kuştin.
Her wiha li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayiş” li sûka Mezreat Reşîd a li Reqayê êrişek jî hat kirin.
Li gorî QSD’ê di her du operasyonan de, 2 klaşînkov, dabanceyek û hejmarek ji guleyan hatine desteserkirin.”
QSD’ê dawiyê diyar kir ku hêzên wan, wê bi ser şaneyên rêxistina DAIŞ’ê de bigirin, wan ji cihên veşartî derxin û bêbandor bikin.



