Şandeyek Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê serdana Tevgera Azadî kir.
Di serdanê de Şandeyê bertek nîşanî girtina partiyên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê da û tekezî bi wê yekê kirin ku biryar ne yasayî ye û li dijî azadiyê ye.
Bi armanca piştgirî dayîna Tevgera Azadî têkildarî biryara girtinê ya Encûmena Dadweriya Iraqê, îro şandeyek ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê kir.
Hizba Zehmetkêşan dijbertiya xwe ya li hemberî biryara Encûmena Dadweriya Iraqê nîşan da û diyar kir ku ev biryare ne yasayî ye û li dijî azadiyê ye.
“Em biryara encûmena dadweriya Iraqê weke destwerdaneke siyasî dibinîn”
Nîştiman Kemal diyar kir ku girtina sê partiyan fikarên zêde li gel me hemûyan çêkirine û wiha got:
“Em ji ber vê biryarê gelek bifikarin.
Di heman demê de vê biryarê li gel hemû aliyên siyasî fikarên mezin çêkirine.
Lewra em vê biryarê weke destwerdaneke siyasî dibinîn.”
“Ev biryare ne yasayî, divê herkes li dijî vê biryarê derkeve”
Nîştîman Kemal da zanîn ku biryara Dadgeha Federal ya Iraqê azadiya li Başûrê Kurdistanê asteng dike.
Berpirsa Peywendiyan ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Nîştiman Kemal diyar kir ku biryara girtina sê partiyên siyasî ji bo hemû partiyên din cihê fikarane û got:
“Ev biryare ne yasayî û berovajiyê bingehên destûra Iraqê ye, divê herkes li dijî vê biryarê derkeve.”
https://rojnews.news/ku/?p=335385 foto bigire
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an biryara girtinê derbarê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da.
Piştî wê jî bertekên li dijî vê biryarê her ku diçin berfirehtir dibin.



