Li kantona Minbicê 6 bazirganên Narkotîkê ji aliyê Asayîşê ve hatin girtin.
Asayîşê li ser girtina bazirgana daxuyaniyek da.
Li gorî wê, asayîşê gileyekî li ser çend kesan diger ku 2 kes ji wan, madeyên narkotîkê difroşin.
Piştî lêkolîn û komkirina agahiyan, gilî li ser vî kesî hate isbatkirin.
Di roja duşemê 12’ê mehê Asayîşê bi ser mala bazirganê narkotîkê de girt, li wir 2 bazirganên narkotîkê girt.
kesê girtî di mukirhatinên xwe de, li şebekeyekê mukir hatin.
Di encamên operasyonên Asayîşê de, hemû endamên şebekê ku ji 6 kesan pêk tê di nav de 2 dermanfiroş hatin girtin.
Asayîşê diyar kir ku 4 hezar û 610 hebên narkotîkê ji cureyên curbicur, 72 hiqneyên narkotîkê û 2 gram madeya krîstal tevî alavên ji bo bikaranîna wê hatin girtin.
Dawiyê, Asayîşê bang hevkariyê li gelê herêmê ji parastina ji vê nexweşiyê kir.



