Artêşa Îsraîlê dawiya dawî li dijî Lubnanê êrişek berfireh pêk anî.
Artêşa Îsraîl bi îdiaya ku Hizbullahê amadekariyên êrişa li ser wê dikir, êrişek pêk anî.
Êrişa hemwext bi 100 balafiran pêk hat.
Hizbullahê jî bi 300 moşekan bersiva êrişê da.
Balafirên şer ên Îsraîlê li Lubnanê hedefên Hizbullahê bombebaran kirin.
Hat diyarkirin ku di operasyona esmanî de roket û pergalên parastina asmanî hatin armanckirin.
Çapemeniya Amerîkî nivîsand ku DYA beriya êrişa “pêşgir” hat agahdarkirin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di operasyona ku 100 balafirên şer hemwext beşdar bûne de, bêtirî 40 noqteyên avêtina moşekan hatin bêbandorkirin.
Berî destpêkirina êrîşan, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant demek kurt ragihandibû ku li seranserê welêt rewşa awarte ya 48 saetan hatiye ragihandin.
Tevî operasyona “pêşgir” a ku Îsraîlê beriya Hîzbûllahê pêk anîbû jî, Lubnanê bi moşek û balafirên bê mirov dehan êriş li dijî Îsraîlê pêk anî.
Rêxistinê ragihand ku ev çalakî bi armanca tola Fûad Şukûr, ji fermandarên payebilind ên Hizbullahê ku di van hefteyên dawî de ji aliyê Îsraîlê ve li Beyrûtê hatibû kuştin e.
Hizbullahê bi bêtirî 300 moşekan bersiva êrişê Îsraîlê da
Hizbullahê îdia kir ku wan 11 navendên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê bi 320 roketan û gelek balafirên bêmirov kirine armanc.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûne.
Netanyahu: Ji bo ewlehiya xwe em ê her tiştî bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got,
“Em bi biryar in ji bo parastina welatê xwe her tiştî bikin.
Kî zirarê bide me, em zirarê didin wî.”
Ji destpêka şerê li Şerîda Xezayê ve, hema rojane di navbera Hizbullah û leşkerên Îsraîlê de şer rûdidin.
Artêşa Îsraîlê ku li ser sînorê bakurê welêt kom dibe, ragihand wan hemû amadekariyên operasyoneke berfireh li dijî Lubnanê temam kirine.
Ev êriş hemwextî danûstandinên agirbestê ya îro li paytexta Misir Qahîrê ji bo Xeza tê lidarxistin pêk hat.



