Piştgiriya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azad, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li asta cîhanê zêde dibe.
Li Misirê têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo panelek hate lidarxistin.
Beşdaran diyarkirin ku Rêber Apo wekî nûmuneya têkoşîn û berxwedanê ye.
Beşdaran gotin, divê Rêber Apo wekî sembola tekoşînê were xelatkirin.
Beşdaran eşkere kirin ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo wê gavên aktîv werin avêtin.
“Ocalan, Ji revandinê heta afirîneya fikrî, îradeyek li hemberî girtinê ye”,
Bi vê dirûşmeyê Înisiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azad, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” panelek li peytaxa Misr Qahîre li dar xist.
Rojnamevan, Mamoste, Profîsor, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û hiqûqnas beşdarî panelê bûn.
Panel ji aliyê berdevkê Înisiyatîfê El-Milêcî ve hat birêvebirin.
Di panelê de, bal hat kişandin ser têkoşîna Rêber Apo, ramanên wî û tecîrd.
Beşdaran diyar kir ku tecrîd li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne.
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê gavên aktîv bên avêtin”
Her wiha destnîşan kirin ku girtina Rêber Abdullah Ocalan polîtîk bû û dûrî qanûnên navneteweyî bû.
Beşdaran bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî pergala li Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga avêtina gavên aktîv kirin.
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û hin ji xalên wê jî ev in:
“Divê ronakbîr Abdullah Ocalan wekî sembola têkoşînê were xelatkirin”
- Ronakbîr Abdullah Ocalan wekî nimuneya têkoşîn û berxwedanê were xelatkirin.
- Divê rêz ji mafê Rêber Apo yê mirovî were girtin û tecrîd bi dawî bibe.
- Banga pêkanîna darizandineke adilane.
- Destek û piştevaniya navneteweyî bi gelê Kurd re.
- Domandina têkoşîna bîrdozî û mirovî.
- Avakirina komîteyên navneteweyî yên mafên mirovan.
- Serlêdan li rêxistinên navneteweyî were kirin ku lîkolînekê derbarê binpêkirinê mafên Rêber Apo bê vekirin.



