Ji edîtorên Radyo Onda d’Urto Michele Borra diyar kir ku fikrên Rêber Apo ji têkoşeran re bûye çavkaniya sûdwergirtinê.
Michele Borra got: “Bi weşanên xwe, em paradîgmaya Ocalan digihînin gelan.
Şikandina vê tecrîdê û xwegihandina girseyên berfireh ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelekî girîng e.”
Li gel sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê fikrên Rêber Apo her roj hîn bêhtir li nava civakên cuda yên têkoşer belav dibin.
Yek ji saziyên ku xwedî li paradîgmaya Rêber derdikeve, radyoya Onda d’Urto ya Îtalyayê ye.
Radyo ji sala 1992’an û vir ve bi rengekî kevneşop li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê festîvaleke ji 18 rojan lidar dixe.
Du salên dawî jî bernameya rojekê ya festîvalê ji Rêber Apo û Kurdistanê re tê veqetandin.
“Em dixwazin kampanya azadî ji Ocalan re bigihînin civakê”
Li ser mijarê Michele Borra axivî ku yek ji edîtorên Radyo Onda d’Urto ye.
Borra anî ziman ku weke radyo demeke dirêj e ew piştgiriyê didin beşên cuda yên civakî ku têdikoşin û got:
“Em têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd demeke dirêj in nas dikin û piştevaniya wan dikin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê me biryareke hevpar dan û di encamê de jî van du salên dawî bi rengekî taybet tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn.”
Michele Borra: Fikrên Ocalan li nava gelên Îtalyayê deng vedidin
Borra destnîşan kir ku weke radyo ew girîngiyeke mezin didin fikrên Rêber Apo û wiha pê de çû
“Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan destnîşan kir ji aliyê beşeke mezin a Îtalyayê ve tê naskirin. Fikrên Ocalan li nava gelên Îtalyayê deng vedide. Weke radyo jî di weşanên xwe yên rojane de û di çalakiyên xwe de em dikin ku fikrên Ocalan belav bibin.”
Michele Borra: Ocalan rê nîşanî têkoşeran dide
Borra diyar kir ku fikrên Rêber Apo rê nîşanî wan û her beşên têkoşeran dide û wiha anî ziman:
“Bi taybetî dixwazim vê yekê bibêjim; paradîgmaya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo me çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya têkoşînê.
Em bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên gelê Kurd hewl didin kêmasiyên xwe çareser bikin.”
Michele Borra: Ji bo şikandina tecrîdê divê em xwe bigihînin girseyên berfireh
Borra bal kişand ser tecrîda ku Rêber Apo di nav de ye û wiha bi dawî kir:
“Tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê teqez nayê qebûlkirin. Şikandina vê tecrîdê û xwegihandina girseyên berfireh ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelekî girîng e.”
Abîgaîl Boyd: Di saziyên navneteweyî de, perspektîfa aştiyê hatiye windakirin



