Di çalakiya rûniştinê ya li bajarê Cenevre ya li dijî tecrîdê de banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31’ê Tebaxê li Lozanê destpê bike.
Beşdarên çalakiyê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ku di encama êrişa dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn, bi bîanîn.
Beşdaran êrişên dewleta Tirk li ser başûr Kurdisranê û hevkarê PDK şermezar û gotin:
“Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Başûrê Kurdistanê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere dikir û ji ber vê hatin hedefgirtin.”
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Yekbûn Guneş diyarkir ku hemû ciwan deyîndarê Rêber Apo ne û got:
“Divê hemû ciwanên Kurd her qadê veguherînin qada berxwedanê û li her qadê meşaleya azadiyê pêxin.”
Di dawiyê de Yekbûn Guneş banga tevlîbûna Meşa Dirêj kir ku wê 31’ê Tebaxê li Lozanê destpê bike û heta Cenevreyê bidome.



