Şaredariya Gel a Hesekê xebatên xizmetguzariyê ku destpêka salê li gorî plansaziya xwe dabûn destpêkirin, didomîne.
Şaredariya Gel a Hesekê ji destpêka havîna 2024’an ve, li gorî plansaziya xwe dest bi zîftkirina rêyan û kolanan, sererastkirina torên kanalîzasyonê, vekirina rêyên nû kiriye.
Li gorî plansaziya şaredariyê a 2024’an, gelek xebatên wekî zîftkirina rêya ji Çerxerêya Sînalko ta Çerxerêya Cûdî, zîftkirina rêya ji Çerxerêya El Sebax heta Çerxerêya Panoramayê, sererastkirina rêya ji Çerxerêya Cûdî ta Çerxerêya Dolab, didomîne.
Li kêleka van xebatan, werşeyên şaredariyê gelek rêyên sereke û şaxî yên taxên bajêr sererast dikin.
Şaredarî plan dike ku rê û kolanên gundan bi kevirê şikandî sererast bike.
Çaverê ye ku şaredarî li taxên Xeşman, Eskerî, Mişêrfe û bajarokê Til Beyderê dest bi sererastkirina torên kanalîzasyonê bike.
Li gorî endezyarê şaredariyê Ehmed Şêxmûs, şaredarî dê xebatên xwe dawiya salê biqedîne.
“Ji sedî 80 ji projeyên ziftkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine pêkanîn”



