Doh êvarî , Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de li Hesekê konserek li dar xist.
Konser li Parka Xabûr a Hesekê di bin dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ hat li darxistin.
Di konserê de endamê rêveber ê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Sîpan Xelat axivî û got:
“Îro bi deng û mûzîka me, em piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Hevserokê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Ferhan Dawûd jî axivî û û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî vê tecrîdê bi erka xwe rabin.
Piştre koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê stranên li ser Rêber Apo û şehîdên azadiyê gotin.
Di çalakiya li bajarê Cenevre ya li ber NY de banga tevlîbûna meşa dirêj hat kirin



