Di roja 335’an de artêşa Îsraîlê li hin heremên Şerîda Xezayê û Şerîa Rojava êrîş pêk anîn.
Li Şerîda Xezayê 22, li Şerîa Rojava jî 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve rayedarekî Amerîkî diyar kir ku ji sedî 90’ê peymana agirbestê ya li Xezayê hatiye temamkirin.
Di roja 335’an de artêşa Îsraîlê li hin heremên Şerîda Xezayê êrîş pêk anî.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Şerîda Xezayê Mahmud Basal li ser hesabê xwe yê telegramê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Basal diyar kir ku Îsraîl ji bakurê Şerîda Xezayê heta sînorê Refahê li başûr êrîşên xwe yên li ser herêmên cuda didomîne.
Basal da zanîn ku li bakur û navenda Şerîda Xezayê, li kampên penaberan ên Cibaliya û Nuseyratê û li bajarê Refahê kuştî û birîndar hene.
Her wiha Mahmud Basal destnîşan kir ku di êrîşên Îsraîlê de zarok jî di nav da 22 kes hatin kuştin.
Li bajarê Tubasê ya li Şerîa Rojava 6 kes mirin
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro ragihand ku di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li bajarê Tubasê ya Şerîeya Rojava de 6 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Filistînê WAFA beriya niha ragihandibû ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser wesayîteke bombebarkirî ya li Tubasê de herî kêm 5 kes mirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de wiha hat gotin:
“Balafirên Hêza Esmanî ya Îsraîlê li herêma Tubasê li dijî çekdarên ku metirsî li ser leşkeran dixwin 3 êrîşên taybet kirin.”
Artêşa Îsraîlê hêzên zêde dişîne li Cenîn û tulkerîm ên Şerîa Rojava
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li bajarên Cenîn û Tulkerîm ên Şerîa Rojava, bi bikaranîna hêzê ve êrîşên xwe didomîne.
Di dema ku artêşa Îsraîlê hêzên nû dişîne bajarên Cenîn û Tulkerîm, ji ber pevçûnan li herêmê dengên çek û teqînan bilind dibin.
Di êrîşên “berfireh” yên ku artêşa Îsraîlê ji 28’ê tebaxê vir ve li Şerîa Rojava pêk anî de 33 kes li Cenînê, li Tûbasê 7, li Hebronê 3 kes mirin û 130 kes jî birîndar bûn.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat 690 kes hatin kuştin.
Rayedarekî Amerîkî: Ji sedî 90 peymana agirbestê temam bûye
Ji aliyê din ve rayedarekî payebilind ê Amerîkayê di civîna çapemeniyê de rewşa dawî ya pêvajoya agirbesta li Xezeyê û hûrgiliyên danûstandinê nirxand.
Rayedarê Amerîkî diyar kir ku ji sedî 90’ê peymana agirbestê ya li Xezayê hatiye temamkirin.
Di navbera aliyan de danûstandinên “pevguhertina girtî û dîlan” û “Korîdora Filadelfiyê” dewam dikin.
Rayedarê Amerîkî da zanîn ku pêşnûmeya peymanê ya ku niha li ser masê ye, bi giranî bi metna ku Hamasê berê di Tîrmehê de li ser qebûl kiribû, li hev dike.



