Hêzên Ukraynayê herêma Kurskê heya ku Rusya li ser maseya danûstandinan rûnê di destê xwe de bihêle.
Zelenskiy têkîldarî mijarê anî ziman ku pêdiviya wan bi herêma Kurskê heye, ti mebesta wan mayîna li vê heremê tune ye.
Her wiha Zelenskiyê diyar kir ku serkeftina Ukraynayê di destê Amerîka, Îngilîstan, Fransa û Almanyayê de ye.
Hêzên Çekdar ên Ukraynayê wê herêma Kurskê ya Federasyona Rûsyayê di destê xwe de bigire heta ku Pûtîn were ser maseya danûstandinan.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di hevpeyvînekê de ligel NBC Newsê anî ziman ku Ukrayna plan dike ku axa Rûsyayê ya ku hatiye girtin bo “demeke bêsînor” bihêle.
Li gorî Zelenskiy, xwedîlêderketina vê herêmê parçeyek bingehîn a “plana serketinê ye”.
Zelenskiy got:
“Niha pêdiviya me bi wê heye.
Bi giştî Ukrayna “ne hewceyî axa Rûsyayê ye” û “naxwaze Ukrayniyan li wir bimînin.”
Zelenskiy her wiha got, haya rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji operasyona Kurskê nîne û ev operasyon di nava Ukraynayê de bi temamî veşartî ye.
Zelenskiy: Serkeftina Ukraynayê tenê girêdayî çar welatan e
Her wiha Zelenskiy teqez kir ku ev welatên ku serkeftin bi wan ve girêdayî ye, çekên dûravêj didin wan û ji bo bikaranîna wan li ser xaka Rusyayê divê destûr ji wan bê standin.
Serokdewlet Vladimir Zelenskiy bi Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris re daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê û wiha got:
“Ji bo bikaranîna çekên dûravêj, pêwîstiya me bi destûrê heye, ji wan welatên ku ev çekên dûravêj dane me û ev jî bi wan ve girêdayî ye.
Heger mirov rastiyê bibêje, ew ne girêdayî koalîsyona hemû welatên dost ên cîhanê ye.”
Zelenskiyê destnîşan kir ku ev biryar girêdayî hin dewletan e û wiha got:
“Amerîka, Îngilîstan, Fransa û Almanyayê.
Tenê ev her çar welat çekên dûravêj ên ku dikarin alîkariya me bikin ku Federasyona Rûsyayê ji xaka xwe derxînin û jiyana gelên rizgar bikin didin an jî dikarin bidin.”
Destûrên ji bo bikaranîna çekên rojavayî
Zelenskiy bi awayekî sîstematîk bang li hevalbendan dike ku qedexeya li ser lêdana armancên leşkerî yên hêzên Rûsyayê li piştê rakin.
Herî dawî, nûnerê bilind ê Yekîtiya Ewropî, Josep Borrell, banga rakirina qedexeyên li ser bikaranîna çekên Ukraynayê ji bo lêdana armancên li Rûsyayê kir.
Borrell got:
“Çekên ku em didin Ukraynayê divê bi tevahî werin bikar anîn û sînorkirin bêne rakirin da ku Ukraynî karibin wan cihên ku Rûsya wan bombebaran dike bikin armanc.”
Di heman demê de, Macarîstan û Slovakya jî, ku dewletên xwedî hikûmetên dostên Kremlînê ne, li dijî vê derketin.



