Rûsya bi moşekan êrîşî bajarê Poltava ya Ukraynayê kir.
Di vê êrîşê de 51 kes mirin, 271 kes jî birîndar bûn.
Her wiha Rûsyayê îro serê sibê li bajarê Livîv ê rojavayê Ukraynayê û paytext Kîevê bi mûşekan û balafirên bêmirov êrîş kir.
Di encama vê êrîşê de jî 7 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Poltava yê Ûkraynayê, di êrîşa moşekî ya Rûsyayê de ku li dijî enstîtuyeke leşkerî hate kirin, herî kêm 51 kes mirin, 271 jî birîndar bûn.
Poltavayê ku êrîş lê qewimî, bi 300 kîlometreyî li rojhilatê Kîevê ye.
Waliyê herêmê Fîlîp Pronîn derbarê êrîşê de wiha got:
“Dibe ku 18 kes di binê kavilan de ma bin.”
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmî Zelenskiy êvarê li ser înternetê axivî û diyar kir ku karên lêgerînê ji bo kesên di binê kavilan de mane dewam dike.
Zelenskiy ragihand ku du moşekên balîstîk li saziyeke perwerdeyê û nexweşxaneyek li nêz ên li Poltavayê ketin.
Lîderê Ukraynayê got:
“Yek ji avahiyên Enstîtuya Ragihandin ji hin aliyan ve hilweşiya. Di binê kavilan de mirov hene.”
Joe Biden êrîşa Rûsyayê ya li ser poltavayê şermezar kir
Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî ‘xemgîniya’ xwe ya ji ber êrîşê anî ziman û êrîş şermezar kir.
Wezareta Parastinê îdîa kir ku di dema êrîşê de li derve merasîm nehatibû kirin.
Serokkomarê Ûkraynayê diyar kir ku wî ferman daye ku ‘şert û mercên bûne sedema êrîşa Rûsan bi giştî û bi lez bê lêkolîn’.
Kîevê careke din bang li hevalbendên xwe yên Rojavayî kir ku bi lez sîstema parastina hewayî hîn bêhtir bişînin.
Her wiha destûrê bidin Ûkraynayê ku karibe moşekên dûravêj ên digihêjin xaka Rûsyayê bi kar bîne.
Rûsya êrîşî Kîev û Livîvê kir: 7 kes mirin
Li aliyê din Rûsyayê îro serê sibê li bajarê Livîv ê rojavayê Ukraynayê û paytext Kîevê bi mûşekan û balafirên bêmirov êrîş kir.
Li gorî waliyê herêmê Maxim Kozitskiy, li Livîv 7 kes mirin û zêdetirî 10 kes jî birîndar bûn.
Kozitsky di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de diyar kir ku di bombebarana Rûsyayê de gelek xanî zirar dîtine.
Rayedarên leşkerî yên Ukraynayê ragihandin ku Rûsyayê bi mûşekan êrîşî paytext Kîevê kir û bi balafirên bêmirov jî êrîşî bajarê Lviv ê rojavayê welêt kir.
Rayedaran diyar kirin ku yekîneyên parastina hewayî ji bo şikandina êrîşan dixebitin.
Livîv li rojavayê Ukraynayê ye, bi qasî hezar kîlometreyan dûrî xetên pêşîn e û ji destpêka şer û vir ve binesaziya enerjiyê ya bajar û derdora wê ji ber gelek êrîşan zirar dîtiye.



