“Ne hikumeta Başûr, ne jî ya Iraqê xwe di ber xwîna hemwelatiyan de berpirsyar nabînin.”
Tevgera Azadî û Tevgera Goran bi vê peyamê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk yên li dijî sivîlan dan.
Aliyan bang li gelê Kurd û aliyên xwedî wijdan kir ku li beramberî van komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemîne.
Tevgera Goran jî xemginiya xwe ya ji bo êrişa li dijî welatiyan anî ziman û êriş bi tundî şermezar kir.
Tevgerê daxuyakirin ku ev karesat û hemû dijminatiya ku li Kurdistanê û gelê me yê bindest tê kirin, encama nebûna yekbûna navxweyî ya gelê Kurde.
Li ser vê bingehê Tevgera Goran daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir ku di zûtirîn dem de yekrêzî û yekitiya navxweyî avabikin ku bibe bingeha aştî û aramiya Kurdistanê.
Cebar Yawer: Iraq dikare li dijî dagirkeriya Tirkiye gilî bike
Li aliyê din Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî têkildarî mijarê avivî.
Cebar Yawer diyar kir ku li ser asta Iraqê bêdengiyek mezin li beramberî êrişên artêşa Tirk heye û ev êriş jî binpêkirina mafê mirovaye.
Yawer da zanîn ku Iraq dikare li gor yasayên navdewletî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk li dadgehek navdewletî gilî tomar bike û bixwaze asîmanê wê li pêş balefirên Tirkiyê bê girtin.



