Xelkê bajarê Amûdê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi meşekê şermezar kirin.
Şêniyan diyar kirin ku heta bi destxistina serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê dinava çalakiyan debin.
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Apo, xelkê bajarê Amûdê meşek li dar xistin.
Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pêkir li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîgingê.
Li wir, endama Tevgera Ciwanan Sîham Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, pergala îşkenceyê û qirkirinê ya li Îmraliyê, şermezar kir.
Sîham Hesen destnîşankirin ku gelê herêmê dê ji bo bidestxistina serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya şehîdan dewam bikin.



