Kongra Star a Kantona Cizîrê li dijî tecrîda girankî ya li ser Rêber Apo li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de çalakî hate birêxistin kirin.
Çalakî bi dirşmeya “Bi roniya rojê re em ê hev bibînin” ji aliyê Kongira Star hate bi rêve birin.
Endamên rêxistinên jinan yên saziyan Rêveberiya Xwser , jinên ji partiyên siyasî û Tevgera Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn.
Meşa ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Rûbar vegehrî mîtîngê.
Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî û diyar ku hemû jin û ciwan deyîndarê Rêber Apo lewma divê her kes li qadên berxwedanê asta têkoşînê bilind bikin.



