Xelkên bajarokê Sirînê cenazeyê şervanê hezê Sûriya Demokratîk, şehîd Mehmûd Hec Elawî spartin axê.
Şehîd Mehmûd Hec Elawî dema li ser erka xwe bû di 31’Tebaxê şehîd bûbû.
Xelkên Sirînê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran li goristana şehîdan ya Sirînê kombûn.
Li wie beşdarên merasîm sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin:
“Me ji bo azadiya tevahî gelan evqas şehîd dane.
Heta têkbirina dagirkeriyê em ê li ser rêça şehîdan bin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî Mustefa Ûçqardaş fedekariya şehîdan bibîxist û wiha got:
“Em xwediyê bi hezaran şehîd in.
Lewma em ê xwedî li wan derkvin û tola wan hilînin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.



