
Li gel rawestandina şer li herêma qaşo bêçek, gelek dever li gundewarê Idlibê hatin bomebarabkirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku piştî nîvê şevê, hêzên rejîmê Kefer Secne, Şêx Mistefa û Erînba li başûrê Idlibê dan ber moşekan.
Her wiha Tehtaya, Um Celal, Tîna, Sehal û hinek deverên din ên li rojhilatê gundewarê Idlibê jî bombebaran kirin.
Komîteya destûrî- Geir Pedersen:
Eger Sûrî bixwazin, em ê civînan li Şamê li dar bixin
Li aliyekî din, Nûnerê Giştî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku guhartina cihê lidarxistina civînên kometeya destûrî, li Sûriyan bixwe vedigere û ew xwediyê biryarê ne.
Berî niha, serokê maseya Moskow a Muxalefeta Sûrî Qedrî Cemel ev pêşinyar kiribû û gotibû ew dixwazin ev civîn êdî li Şamê werin lidarxistin.