Kovara Le Point ku qirkirina etnîkî anîbû ziman xelat wergirt

Komeleya Çapemeniya Biyanî, xelata çapemeniyê ya navdewletî ya mezin ji bo sala 2019’an diyarî kovara Le Point ya Fransî kir.
Lê belê ji ber ev kovar gelek caran serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi Pêkanîna Paqijiya Etnîkî ya li dijî Kurdan tawanbar kiriye, Erdogan giliyê kovarê kir.

Kovara Le Point di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bal kişandibû ser polîtîkayên Erdogan yên qirkirina etnîkî û wiha nivîsîbû:

“Tirkiye û çeteyên wê qirkirina etnîk li dijî sivîlan pêk tînin.”

Kovara Fransî Le Point destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî Kurdan û pêkhateyên herêmê “qirkirina etnîkî” dike.

Kovarê manşêteke xwe bi wêneyê Erdogan dema ku silava leşkerî dide, belav kir û wiha nivîsî:

“Qirkirina etnîk şêwazê Erdogan e, gelo ji bo gefan li Ewropayê bixwe, destûrê dixwaze?”

KOVARA LE POINT HÊJAYÎ XELATÊ HAT DÎTIN
HIKUMETA AKP’Ê GILIYÊ RÊVEBERIYA KOVARÊ KIR

Hikumeta Erdogan ya ku ev yek tehemul nekir ji ber van nûçeyan gilî kir.

Parêzerê Erdogan Huseyîn Aydin got wan giliyê rêveberiya Kovarê kiriye.

Berdevkê serokkomarê dewleta tirk Îbrahîm Kalin jî bertek nîşanî kovarê da û Fransa bi paqijiya etnîkî ya li bakurê Efrîqayê tewanbar kir.

Leave a Reply

Back to top button