Beşar Esed: Wê Tirkiye ji Sûriyê bê derxistin

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed diyar kir ku lihevkirinên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê de demkî ne û di dawiyê de wê dewleta Tirk ji xaka Sûrî bê derxistin.

Serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed, di hevdîtineke li gel televizyona Îtalî Rai News 24 de, li ser şerê Idlibê û dagirkeriya dewleta Tirk axivî.

Esed diyar kir ku li Idlibê gelek herêmên ku di destê çeteyan de bûn xistine bin kontrola xwe û weha dewam kir:

“Tenê herêmên weke Idlib û hin herêmên ji Bakurê Sûriyê mane di destê çeteyên dewleta Tirk de ne. Ew jî di encamê êrîşên ku meha borî dewleta Tirk pêk anîn ketin destê wan.”

Esed têkildarî lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de jî tekez kir ku ev lihevkirin demkî ne û di dawiyê de wê dewleta Tirk ji xaka Sûrî bê derxistin.

Beşar Esed: Hevdîtineke bi Erdogan re ji bo min ne cihê şanaziyê ye

Ji bo pirsa “danûstandineke gengaz ya di navbera Esed û Erdogan de” jî, Beşar Esed careke din got:

Tiştekî bi vî rengî ji bo min ne cihê şanaziyê ye.

Leave a Reply

Back to top button