Çav li rê ye ku 15’ê Îlonê li Rojhilatê Kurdistanê merasîma bîranînê ji bo Jîna Emînî were lidaxistin.
Bavê Jîna Emînî diyar kir ji mafê wane ku her sal bi merasîmekê li gorî kevneşopî û rêgezên olî keça xwe bibîrbînin û got: “Ger wek sala borî rejîma Îranê astengî der-nexîne, wê roja yekşemê merasîmek were lidarxistin.”
Salvegera qetilkirina Jina kurd Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya 16’ê Îlona sala 2022’an ku li seranserê cîhanê belavbûyî, nêz dibe.
Bi nêzbûna salvegerê re, gel xwe ji bo roja bîranîna şehîdan û serhildanê amade dikin.
Di vê çarçoveyê de, bangên ji bo grevên giştî û çalakiyên bi boneya 2’emîn salvegera şoreşê jî berdewamin.
Ger Îran astengiyan dernexe wê yekşemê Jîna Emînî were bibîranîn
Çav li rê ye, jina ku bû senbola serhildana Jin Jiyan Azadî Jîna Emînî di salvegera 2’em a şehadeta xwe de li ser gora xwe bi merasîmenkî were bibîr anîn.
Li ser vê mijarê bavê Jîna Emînî, Emced Emînî ji Radiyo Ferda re axivî.
Emced Emînî ragihand ku ger hikûmeta Îranê wek sala borî zorî û astengî dernexîne, li ser pêşniyarên gel wê roja yekşemê 15’ê Îlonê merasîma bîranînê ji bo keça xwe lidarbixin.
Bavê Jîna Emînî: Nafê me ye ku em keça xwe bi bîr bînin
Di dewama axaftina xwe de Emced Emînî wiha got:
“Em malbata Jîna Emînî, wek her malbateke Îranî ya dilgiran, hez ji kesûkarên xwe yên koçkirî dikin.
Ji ber vê, ji mafê me ye ku merasîmê li gorî kevneşopî û bîranînên olî yên salane ji bo keça xwe lidar-bixim.”
Dibe ku hêzên Îranê weke par merasîma bîranînê asteng bikin
Tevî ku bîranîna qurbaniyan adeteke civakê ya kevnare jî, lê dewleta Îranê di mijara bîranîna Jîna Emînî de gelekî hişk nêz dibe.
Di vê çarçoveyê de, sala borî jî rejîma Îranê bi armanca pêşî-girtina merasîma bîranînê ya Jîna Emînî, hemû rêyên diçin bajarê Seqizê û li ser gora Jîna Emînî girtibû.
Ji bo wê, îsal jî fikar heye ku hêzên Îranê ji bo bîranîna Jîna Emînî û şehîdên serhildana Jin Jiyan Azadî astengiyan derxînin.



