Şerê Îsraîl û Hemasê 347 rojin didome.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê di 24 saetên dawîn de 26 kes mirin û 84 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxuyaniyek da AFP’ê, nerazîbûn nîşanî Îsraîlê da.
Gueterres anî ziman ku asta êşên li Xezayê diqewimin nayên xeyalkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da der barê êrîşên ku Îsraîl ev 347 roj in li ser Şerîda Xezayê dimeşîne de agahî hatin dayîn.
Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li herêmên cuda yên Şerîda Xezayê “3 komkûjî” pêk anîn û di van êrîşan de 26 kes mirin û 84 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve li ser Şerîda Xezayê de hejmara miriyan derket 41 hezar û 252’yan û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 497’an.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat dubarekirin ku hîna di bin kavilan û li kêleka rê de mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê ya li hin heremên Xezayê de 6 kes mirin
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê bi şev êrîşî bajarê Deyr el-Belah û Kampa Penaberan a El-Burecê ya li navenda Şerîda Xezayê û li ser herêma Es-Sabrayê kir.
Li herêma El-Beraqa ya li başûrê Dêra Belahê di êrîşa li dijî konên sivîlan de 2 kes mirin.
Di êrîşa ser malekê ya li herêma Sabra de heta niha cenazeyê 3 kesan hatiye dîtin.
Her wiha êrîşek din a li ser malekê kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Wargeha Penaberan a Bûreycê jî di êrîşa li dijî bloka 12’emîn de kuştî û birîndar hene.
Di êrîşa ku artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Bûreycê ya li navenda Şerîda Xezayê gelek mal bombebaran kir de, zarokek jî di nav de herî kêm 4 kes mirin û bi dehan kes jî di bin kavilan de man.
Hat ragihandin ku di malên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine hedefgirtin de zêdeyî 50 kes lê hene.
Hate diyarkirin ku heta niha cenazeyên 4 kesan ku di nav wan de keçek jî heye ji bin kavilan hatine derxistin, lê hê jî bi dehan kes di bin xaniyên hilweşiyane de ne.
Gueterres: Nabe ku bi komî cezakirina Fîlîstîniyan rewa bê nîşandan
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxuyaniyek da AFP’ê, nerazîbûn nîşanî Îsraîlê da.
Sekreterê Giştî Gueterres anî ziman ku asta êşên li Xezayê diqewimin nayên xeyalkirin.
Guterres bal kişand ser mirin, hilweşîn û nexweşiyên li herêma di bin dorpêçê de û ev tişt anî ziman:
“Ji dema ku ez bûme sekreterê giştî û vir ve, heta niha asteke mirin û hilweşîna wiha çênebûye.
Helbet em hemû êrîşên terorê yên Hamasê û çalakiyên wê yên dîlgirtinê, şermezar dikin.
Lê belê rastî ev e ku tu tişt nikare bi komî cezakirina gelê Fîlîstînê rewa nîşan bide û tişta ku em li Xezeyê bi rengekî dramatîk jî dibînin, ev e.”



