Di encama êrişa dewleta Tirk a dagiker ya li ser bajarokê Şera Efrînê de zarokek û leşkerekî Şamê birîndar bûn.
Vê êvarê dewleta Tirk bi droneke êrişî gundê Tinibê yê bajarokê Şera ya Efrîna dagikerî kir.
Li gor çavkaniyê xwecihî di encama êrişê de zarokekî efrînî û leşkerekî hêzên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Welatiyan ji bo derman kirinê birîndar rakirin nexweşxaneya Ş. Avrîn.
Piştî ku hate diyarkirin birîna zarok girane ew rakirin nexwşxaneyên Helebê.
Li aliyekî din hate diyrkirin ku di dema êrişê de dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Aqîbê û daristana Soxanekê yên bajarokê Şêrawayê bombebaran kirin.



