Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ajantî û girêdana xwe ya bi dewleta Tirk re berdewam dike.
Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku PDK’ê hîna siyaseta xwe ya xiyanetê li dijî gelê Kurd didomîne û gotin:
“Ew xiyanet gihaştiye asta ajantiya li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi fedakariyên mezin hatin bidestxistin.”
PDK’e ajantî û girêdana xwe ya bi dewleta Tirk re berdewam dike.
Berjewendiyên dewleta Tirk li ser tevahî astan pêk tîne.
Lê gelê Kurd ji vê siyasetê ne razî ye û helwestên tund nîşan dide.
“Loma ji Tirkiyê nabe ew dewleteke dagirker û dijminê gelê Kurd e”
Welatiya bi navê Roj Xelef destnîşan kir ku kiryarên PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re xiyanet derbas kiriye û ne tenê gelê Kurd mirovahî jî vê xiyanetê qebûl nake û wiha dewam kir:
“Loma ji Tirkiyeyê nabe. Ew dewleteke dagirker û dijminê gelê Kurd e. Divê ew li yekitiyê û parastina destkeftiyên gelê Kurd vegere û ajantî û hevkariya bi dagirkeran re rawestîne.”
Welatiya bi navê Hac Îsmaîl jî diyar kir ku xiyaneta PDK’ê ji salên 90’î ve dest pê kiriye û dewleta Tirk îtirafê pê dike.
“PDK ji bo ku berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng biparêze, bi dewleta Tirk re hevkariyê dike.
Her wiha dema dewleta Tirk bi êrişkirina çiyayê Kurdistanê nekarî gelê Kurd qir bike.”
PDK ne tenê bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, lê nahêle Kurd bibin yek.
Divê gelê Kurd kongreya neteweyî dûrî vê partiya ne nîştimanî li dar bixe.”
“Êdî gelê Kurd kiryarên we û ajantiya we qebûl nake”
Qedîfe Xelef jî nerazîbûna xwe ji kiryarên PDK’ê û malbata Barzanî nîşana da û got:
“Em ji wan re dibêjin, êdî gelê Kurd kiryarên we û ajantiya we qebûl nake.
Dîroka we bi qetilkirina gelê Kurd dagirtî ye. Divê hûn fêm bikin ku gerîla hebûna we diparêze.”
Qedîfeyê di dawiyê de da zanîn ku gerîla piştgiriya doza gelê Kurd dike û divê PDK’ê vê siyaseta xwe ya li ser xwîna gelê Kurd dimeşîne, rawestîne.



