Zêdetirî 200 girtî ji girtîgeha li Nîjeryayê reviyan, ku karesata lehiyê ya herî xirab a 20 salên dawî lê qewimî.
7 girtî piştî revîna ku dema girtî ji girtîgeheke di bin avê de sewqî tesîseke ewle dikirin hatin girtin. 274 kes hê jî tên lêgerîn.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ji ber lehiyê li Maiduguri ya paytexta eyaleta Bornoyê 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 200 hezar kes jî koçber bûne.
Mexdûrên lehiyê yên ku li kampên demkî hatine bicihkirin jî bi xetereya nexweşiyan re rû bi rû ne.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku li herêmê li dijî nexweşiyên malaria, kolera û tîfoyê divê amadekarî bên kirin.
FAO hişyarî da ku dibe ku rewş di hefteyên pêş de xirabtir bibe, nemaze li bakurê Nîjeryayê, ku navenda şert û mercên hewaya dijwar e.
Her wiha hat ragihandin ku ji ber lehiyê şebekeyên rê û hatinûçûnê bi giranî ketine û gihandina alîkariyan ji bo mexdûran jî zehmetir bûye.



