Li Şengalê komxebata ‘Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ hat lidarxistin.
Rojeva esasî ya kombûnê pêşxistina fikrê netewa demokratîk û mezinkirina têkoşîna pêngava azadiyê ji bo Rêber Apo ye.
Nîqaş, nirxandin û pêşniyarên ku di komxebatê de hatin rojevê, bi encamnameyekê hate ragihandin.
Li Şengalê bi boneya salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo û Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê, komxebatek hat lidarxistin.
Komxebat bi sernavê ‘Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ destpêkir.
60 siyasetmedar û kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen beşdarî komxebatê bûn.
Qasim Murad: Xelasiya ji aloziya li cîhanê di fikrê Rêber Apo de ye
Derbarê komxebatê de Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Murad axivî û got:
“Ji ber şerê heyî cîhan bi aloziyê re rûbirû ye.
Eşkereye ku riya çareseriyê jî xeta neteweya demokratîk, fikrê Rêber Apo ye.
Ji ber vê divê têkoşînek mezin were meşandin û Rêber Apo azad bibe.”
“Ger Iraq erka xwe bi cih neyne em ê li rêyên din ên çareseriyê bigerin”
Qasim Mûrad di dewamê de balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şengalê û ev bang kir:
“Ger Iraq erkê xwe ya li hember pêkhateyên Şengalê bicîh neyne, em neçarin li hember fermanan ji xwe re rêya çareseriyê bigerin.”
“Komploya 9’ê Cotmehê li dijî civaka Êzidî û hemû gelên bindest e”
Li wir berdevka Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico jî diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzidî û hemû gelên bindeste û wiha got:
“Fikir û felsefeya Rêber Apo gelek pêkhateyên cûda, çand, ziman, ol û bawerî di nav xwe de dihewîne û dikarin pêkve bijîn.”
“Ji bo azadiya birêz Ocalan pêwîst e xebateke xurtir were meşandin”
Her wiha ji parêzerên Rêber Apo Omer Guneş jî bi dîmen tevlî komxebata li Şengalê bû.
Omer Guneş balkişand ser pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û ev tişt anî ziman:
“Lazim e ji bo azadiya birêz Ocalan xebateke girîng were meşandin.
Îro derfet heye ku birêz Ocalan bi tora rêxistineke navnetewî azad bibe.”
Nîqaş, nirxandin û pêşniyarên ku di komxebatê de hatin rojevê, bi encamnameyekê ji raya giştî re hate ragihandin.
Di encamnameya komxebatê de, weke çavkaniya qeyrana Rojhilata Navîn pergala dewlet û desthilatdariyê hate destnîşankirin û hêza çareseriyê ya fikrê netewa demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan weke xaleke esasî derket pêş.



