Ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo xelkê herêmê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Li Çil Axa meşek girseyî ji bo Rêber Apo pêk hat.
Li wir hate gotin: “Azadiya Rêber Apo, azadiya me hemûyan e.”
Xelkên bajarên Çil Axa, Girkê Legê, Dêrikê û Til Koçerê kom bûn û li dijî Pergala Qirkirinê ya li dijî Rêber Apo meşek li Çil Axa lidarxistin.
Piştî meş veguherî mêtingê endamê Însiyatîfa Gel a Çilaxayê Salih Sefo axivî û pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir û got:
“Bi rêya vê pergalê dixwazin gelan qir bikin, lê ev armanc wê negihêjin serî, niha bi hezaran kes li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin.
Em wekî gelê herêmê dê serî qet ji van siyasetan re netewînin.”
Endama Kongra Star a Çilaxayê Nezha Seyf El Dîn jî wiha anî ziman:
“Em ê hemû planên li dijî Rêber Apo û herêmê bi berxwedan û têkoşîna xwe têk bibin.”
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



