Hêzên Jinên Beth Nehrên û Sotoro – Jin ji bo nîqaşkirina doza xweparastinê ya jinan panelek li dar xist.
Panel li navenda Komeleya Xêrxwaz a Suryanî ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Bi dehan şênî, sazî û mecils tevlî panelê bûn.
Di panelê de mijara rola jinên Suryanî di civakê û qada leşkerî de hat nîqaşkirin.
Di serî de endama Yekitiya Jinên Suryanî Îlham Metlî rola jinan a pêşxistina civaka mirovan di dirêjahiya dîrokê de û fedakariya jinan ji bo mirovahiyê, şîrove kir.
Piştre belgefîlmek li ser têkoşîna Hêzên Beth Nehrên û Sotoro – Jin hat pêşandan.
Di dawiya panelê de perspektîfên hevgirtina jinan, xurtkirina kesayeta wan û têkbirina kevneşopiyên ku ji nirxê jinan kêm dikin, hatin xwendin.
Her wiha bang li jinan hat kirin ku xwe li ser xweparastinê û çawaniya bikaranîna çekan perwerde bikin.



