Rêxistina Mafnas ya ”Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê” diyar kir ku kirinên binçavkirinê li herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê zêde bûye. Rêxistinê diyar kir ku tenê di meha borî de, li Efrînê 5 jê jin bi giştî 72 kes ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine binçavkirin.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li rex guhertina demografîk û talankirina malûmilkên sivîlan, di binçavkirina sivîlan de jî dewam e.
Rêxistina Mafnas ya ”Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê” derbarê binçavkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê vê li Efrîn di meha borî de pêk hatine raporek amade kir.
Rêxistinê di rapora xwe ya bi belgeyî de destnîşan kir ku tenê di meha borî de, 5 jê jin, dewleta Tirk û çeteyên wê 72 kes binçav kirine.
Rêxistinê agahiyên xwe sparte çavkaniyên herêmî û teqez kir ku ev binçavkirin, li ser destê istîxbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê Cebhe Şamiya, Sultan Silêman Şah, Firqet Hemzat û Feyleq Şam pêk hatine.
Li gorî rapora Rêxistinê:
RÊXISTINA ”SÛRIYÊN JI BO RASTÎ Û EDALETÊ”
Li bajarê Efrînê 22 rewşên binçavkirinê pêk hatine, di nav de 3 jin û zarokek heye.
Li navçeya Şiyê 3 biserdegirtinên bêserûber pêk hatine û 7 kes hatine binçavkirin.
Li navçeya Mabata 34 kes hatine binçavkirin, lê piştî ku hinan ji wan pere weke fidiye dane çeteyan, hatin berdan.
Li navçeya Bilbilê kesek û li navçeyên Raco û Şeranê 8 kes hatin binçavkirin.
RÊXISTINEKE MAFNAS:ÇARENÛSA 51 KESÊN BINÇAVKIRÎ NEDIYAR E
Rêxistina Mafnas ya ”Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê” di rapora xwe de piştrast kir ku li hemberî berdana van kesan, çete pereyan dixwazin, lewre derdora 23 kesî hatin berdan, lê çarenûsa kesên din heta niha ne diyar e.