Li Parlamana Ewropayê ser rewşa Bakurê Sûriyê konferansek hat lidarxistin

Li parlamana Ewropayê têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansek hat lidarxistin. Di roja yekemîn ya konferansê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk û hewildanên tinekirinê derheqê Kurdan de hat kirin. Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Koûchner got: Piştgirya me ji bo Kurdan mayînde ye, nirxên ku Kurd diparêzin heman nirxên Ewropayê ne.

Li Parlementoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brûkselê ji aliyê koma Keskan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û Îtifaqa Parastina Azadî û Mafê Mirovan a Navnetewî (AIDL) konferanseke derbarê rewşa li Bakur û Rojhilat Sûriyê hat organîzekirin.

Di konferansê de li ser navê Koma Îtifaqa Azadî a Keskan/Ewropa Parlementer Françoîs Alfonsî siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef a ji aliye dewleta Tirk ve hatibû şehîdkirin bi bîr anî.

PARLAMENTER FRANÇOÎS ALFONSÎ:BI SEMBOLÎ ME CIHEK JI BO HEVRÎN XELEF DI KONFERANSÊ DE VEQETAND

Françoîs Alfonsî got:

“Pêwîst bû Hevrîn Xelef jî li vir amade ba, bi sembolî me cihek ji bo wê veqetand.”

Alfonsî anî ziman ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer were cezakirin.

Parlementer Françoîs Alfonsî destnîşan kir ku li PE’yê koma dostaniya Kurdistanî avakirine û got:

“Ne tenê piştevaniya bi Kurdan re, têkilarî kesên li wir dijîn, pêwîstî pê heye ku yên Ewropî jî li ser wan xwedî agahî bin.”

HEVSEROKA RÊVEBERIYA XWESER, MIZGÎN EHMED:EM JI VÊ KONFERANSÊ HÊVÎ DIKIN KU DAGIRKERIYA TIRK WERE SEKINANDIN

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze sîstema li Rojav tine bike.

Amed da xuyakirin ku ji vê konferansê hêvî dikin ku dagirkeriya Tirk bidin sekinandin, kesên neçarî koçberiyê bûne vegerin û sûcên şer ên hatine kirin li dadgeheke navnetewî bên darezandin biryarek derkeve.

WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ BERÊ YÊ FRANSAYÊ, KOÛCHNER:NIRXÊN KU KURD DIPARÊZIN NIRXÊN EWROPAYÊ NE JÎ

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Koûchner jî wiha got:

“Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin ji derveyî hovitiyê ne tiştek din e.

Piştgiriya min ya ji bo gelê Kurd her tim heye û mayînde ye.

Kurd ne tenê geleke ku bi mêtîngeriyê hatine parçe kirin. Nirxên ku Kurd diparêzin nirxên Ewropayê ne jî.”

Leave a Reply

Back to top button