Endamên jin ên Hevpeymana 188’an çalakiyên xwe yên ji bo rawestandina Zagona Rewşa Kesî ya li Îraqê bê navber berdewam dike.
Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan û Pêşketina berdewam Ensam Silêman û Endama Hevpeymana 188’an Merwa Ebd El Rîda diyar kirin ku ew ê ti carî vê Guherînê qebûl nekin ji ber ku armanca wê şikandina îradeya jinan e
Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo sererastkirina Zagona Rewşa Kesî ya hejmar 188’an a sala 1959’ê hat kirin.
Li gorî dîtinên pisporan ger ev zagon were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir werin binpêkirin.
Her wiha wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were standin.
Lê tişta herî xeternak jî dê ev zagon rê li ber zewaca zarokên 9 salî veke.
Li hember vê biryarê jin bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman û bê navber çalakiyan li dar dixin.
Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan û Pêşketina berdewam Ensam Silêman diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser perspektîfên xwe bi îsrarm bin û naxwazin Zagona Rewşa Kesî were guhertin:
“Me karê xwe di hevpeymana 188’an de dest pê kir.
Tevgera me ya serdanên meydanî bi endamên meclisa cîgiran re dike ji bo em bi ser bikevin.
Xwendina yekem xefik e û ne destûrî ye. Me redkirina xwe pêşkêş kir. Xwendina duyem jî bi dawî bû bêyî encamên xwendina yeke werin zanîn.
Ev lezbûna guherîna vê zagonê dihêlin em bikevin nava şik û gumanan.
Emê heta dawiyê zextên xwe bi riya ragihandinê berdewam dikin.
Endama Hevpeymana 188’an Merwa Ebd El Rîda jî anî ziman ku guhertina Zagona Rewşa Kesî li dijî mafên jinane û got:
Armanca pêkanîna vê guherînê şikandina vîna jinan e û li dijî mafên jinan û demokrasiyê ye.”



