Dewleta Tirk a dagirker, Îraq û PDK’ê bi armanca têkbîrina îradeya xelên Wargeha Mexmûrê di nava 6 salan de bi awayê herî hov 13 caran êrişî wargehê kirine. di encama van êrişên dijmirov de 6 jin bi giştî 11 kes şehîd bû, 18 kes ji wan 4 zarok birîdar bûn.
Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi awayekî domdar rastî êrîşên delwta Tirk a dagirker tên.
Armanca êrişan, têkbîrina yekbûn, vîn, îrade û rêxistinbûyina pebaberên Mexmûrê ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin e.
Lê di van salên dawî de dewleta Tirka dagirker êrişên xwe yên li dijî wargehê bi awayekî hov zêde kiriye.
Di sala 2019’an de 3 Jinên ciwan şehîd bûn û 2 şênî birîndar bûn
Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir û di encamê de 3 jinên ciwan şehîd bûn û 2 şêniyên jî birîndar bûn.
Di sala 2020’an de 3 Jinên ciwan şehîd bûn jin û zarokak birîndar bûn
Di 15’ê Nîsana 2020’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê yên bi çek carek din Mexmûr kir hedeva hovitiya xwe, di encamê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.
Di 15’ê Hezîrana 2020’an de balafirên şer ên dagirkeriya Tirk derdora Wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin.
Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn.
Di sala 2021’an de dayik û zarokek birîndar bûn
Di 3 û 5’ê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov êrişî navenda Wargeha Mexmûrê kirin di encamê de
dayikek û zarokek birîndar bûn.
Di 27’ê Kanûna 2021’an de Hezên Iraqê xwestin derdora wargehê bi têlan sînordar bikin, lê xelkê Mexmûrê bi îsrara xwe ev pilan têk bidin.
Di sala 2022’an de 2 endamên hêzên parastina cewherî û 2 şênî şehîd bûn
Di 1’ê Sibata 2022’an de jî bi belafirên şer û ên bêmirov 4 caran bi awayek dijwar Wargeha Mexmûr bombebaran kir.
4 kes şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
Berxwedana gelê Mexmûrê ya 16 rojan
Di 20’ê Gulan 2023’an de carek din Hêzên Iraqê xwestin derdora wargehê têl û bircan deynin.
Lê gelê Mexmûrê 16 rojan şev û roj li ber xwe dan û armanca hikûmeta Iraqê têkbirin.
Di sala 2023’an de ciwanek şehîd bû 5 Jin û 2 zarok jî birîndar bûn
Di 7 û 13 Cotmeha 2023’an de jî dewleta Tirk a dagirker de balafirek bê mirov mal û mizgeftên Wargehê bombebaran kir.
Di encama her du êrişan de 2 jin û du zarok birîndar bûn.
Carek din 17’ê Cotmeha 2023’an de li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê Wargeha Mexmûrê, hate bombebaran kirin.
Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû û 3 jin jî birîndar bûn.
Di sala 2024’an de 3 Jin birîndar bûn û bandor li pisqilociya gelek zarokan hat
Her wiha di 10’ê Îlona îsal de jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirek bê mirov û bi çek saziya Dayikên Aştiyê bombebarankir û di encamê de 3 jin birîndarbûn.
Êrişa herî dawî jî di 16’ê Îlona vê salê de bû ku dagirkeriyê bi balafirek bê mirov û bi çek bexçeyê malbatek Mexmûrî bombebarankir.
Ev êriş jî mîna yên din bandorek neynî li pisqlociya zarokên wargehê kir.



