Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê bi boneya salvegera 2’yemîn a şehadeta Jîna Emînî û serhildana Jin Jiyan Azadî bang li jinan kir ku asta têkoşînê bilind bikin.
Şêniyên bajêr û endamên Kongra Star û sazî û meclis tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kuştina Jîna Emînî bû sedema destpêkirina serhildana jinan û li seranserî cîhanê belav bû.
Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo jinên Îranê yên ku mafên mirovan û azadiyê diparêzin û bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan hat kirin ku destekê bidin serhildanê, asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.
Jîna Emînî li Sydneyê hat bi bîranîn
Bi heman armancê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Sydney ê Awusturyayê çalakiyek hat lidarxistin.
Ji rêveberiya NCKD’ê Ronahî Qendîl bîranînê de axivî û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê bi tevgera ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” qonaxekî cuda bi dest xist û li seranserê cîhanê bû hêviyek.
Çalakiya bîranînê piştî pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Jîna Emînî, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû
Li Hesekê ji bo salvegera “Jin, Jiyan, Azadî” çalakî hatin lidarxistin



