Li Îtalyayê lehî bandorek neyênî li ser welêt çêdike.
Bi hezaran kesan li heremên ewle hatin veguhestin.
Perwerde û 5 xetên trênê jî hatin rawestandin.
Her wiha li Polonyayê jî ji hefteya borî ve lehî rabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bahoza “Boris” a ku li Ewropaya Navîn bû sedema windahiyên canî û malî, li Emilia-Romagna ku yek ji herêmên li bakurê Îtalyayê ye, dest pê kir bandora xwe nîşan da.
Di nûçeya ajansa ANSA ya Îtalyayê de hat diyarkirin ku ji ber barana ku duh dest pê kir û tevahiya şevê dewam kir li hin çem û robarên wek Senio, Marzeno û Lamone yên ji herêmê derbas dibin lehî rabû.
Hat ragihandin ku bajarên ku li herêmê herî zêde ji şert û mercên hewayê yên xerab bandor bûne Bolonya, Cesena, Forlî, Ravenna, Faenza û Riminî ne.
Hat tomarkirin ku navenda bajarê Castel Bolognes di encama lehiyê de çemê Senio yê li nêzî bajarê Ravenna di bin avê de ma.
Ji bilî 800 kesên li derdora Ravennayê hatin tehliyekirin, hat diyarkirin ku 165 kesên li derdora Bolognayê malên xwe terikandine û şeva xwe li mêvanxaneyên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve hatine dayîn derbas kirine.
Li Îtalyayê dibistan hatin rawestandin
Hat ragihandin ku li tevahiya herêmê hejmara kesên di rewşeke zehmet de bûn û hatin veguhestin hezar kesan derbas kir.
Hat ragihandin ku heta niha li herêmê xisareke canî çênebûye.
Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li Bologna, Cesena, Forli, Riminî û Ravennayê ji bo îro perwerde li dibistanan hat sekinandin.
Her wiha li herêmê çûn û hatina li ser 5 xetên trênê hat sekinandin.
Wezareta Parastina Sivîl a Serokwezîrtiyê ji bo herêma Emilia-Romagna jî hişyariya “sor” da.
Di meha Gulana 2023’yan de li heman herêmê di lehiyê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Polonyayê lehî: Çemê tijî bûyî gef li Başûrê Polonayê dixwe
Piştî barîna baranê ya ku hefteya borî dest pê kir, Polonya tevlî Avusturya, Komara Çek û Romanya bû ku herî zêde ji karesata lehiyê bandor bûne.
Rayedaran ragihand ku, 7 kes li Polonya , 7 kes Romanya, 5 kes li Avusturya û 4 kes jî li Komara Çek mirin.
Ji roja çarşemê vir ve li Çek, Polonya û herêmên din hewa baş bû, şert û mercên germ û tavê serdest bû.



