Li herêma Zapê di çalakiyên bi bandor yên gerîla de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin.
Li Herêma Metînayê jî droneyeke bombebarkirî ya dagirkeran hate xistin.
Li herêma Zapê di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 9 leşkerên arteşa Tirk a dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê berfirehiya çalakiyan eşkere kir.
Li gorî vê;
Li Qadên Berxwedanê yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di navbera 17 û 18’ê Îlonê de yekîneyên gerîla gelek caran li dagirkeran xistin.
Yek ji wan çalakiyan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû.
Gerîlayên YJA Starê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên şer, 2 caran bi rêbaza sabotojê li wan dan.
Di ancama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî hêzên gerîla bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran dan.
Li wir jî dagirkerek hate cezakirin.
Di dewamê de hat diyarkirin li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar jî bi teknîkeke taybet li dagirkeran hate xistin.
HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên arteşa dewleta Tirk hatine cezakirin.
Her wiha bombeavêjeke bi zincîr û cebilxaneyeke dagirkeran jî hatiye teqandin û bêkêrkirin.
Li Metîna droneyeke bombebarkirî ya arteşa Tirk hat xistin
Hemwextî van 18’ê îlonê li Herêma Metînayê jî li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyeke bombebarkirî ya dagirkeran bi sûîqestê ji aliyê gerîlayan ve hate xistin.
Dawiyê HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk agahî parve kir û got:
Tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Herêma Xakurkê, Garê, Metîna, Qendîl û Rojavayê Zapê jî bi giştî 31 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.



