Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di serî de li Efrînê li herêmên dagirkirî zêdetir dibin.
Xelkên ku li Efrînê dimînin li dijî sûcên dewlet Tirk û çeteyan daketin qadan.
Çeteyan bi fremana Tirkiyê xwepêşandêr gulebaran kirin.
Di encamê de gelek xwepêşandêr birîndar bûn û 18 jî hatin girtin.
hinek dîmenê xwepêşandanê bê xwîn bidin
Ev deng û ev bang îro ji Efrîna dagirkirî derket.
Xelk û koçberên ku li Efrînê bicihbûne li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan.
Xwepêşandanê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Xwepêşandêran di çalakiya xwe de bang berdana girtiyan kirin.
Weke her car, çeteyên Bi femana Tirkiyê tevdigerin êrişî xwepêşandêran kirin.
Çeteyan bi guleyan raste-rast xwepêşandêr gulebaran kirin.
Çeteyan li Efrîna dagirkirî 18 xwepêşandêr girtin
Di encamê de, gelek xwepêşandêr birîndar bûn û 18 kes jî hatin girtin.
Şevê din jî li Idlib û Ataribê bi heman daxwazê jî xwepêşandan hebûn.
Çeteyan li Cindirêsa Efrînê 10 şênî revandin
Ne tenê ew, her weha Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê ragihand ku çeteyan 6 şênî li bajarê Cindirêsê revandine.
Navên kesên girtî wiha ne:
Nebhan Yusif, Îbo Yusif, Hec Salih, Mihemed Xorşîd, Sîvan Reşîd û Mistefa Şikrî.
Çeteyan kesên girtî, birin girtîgeha Maratê ya li Efrînê.
Weha her carê, çete ji bo berdanê wan kesan pereyan dixwazin.
Çete di berdêla serbestberdana wan de 2 hezar dolarên Amerîkî ji malbatên wan westine.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



