Êrişên û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Swîsreyê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku demildest sûcên dij mirovahiyê rawestînin.
Çalakî li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nûnertiya PYD’ê ya Swîsreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre hate li darxistin.
Çalakvanan êrişin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta şermezarkirin.
Beşdarên çalakiyê ambargoya li ser gundê Kaxirê û bêdengiya li hember sûcên dij mirovahiyê bi tundî rexnekirin û gotin:
“Bêdengiya van saziyan li hember binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê nayê qebûlkirin.
Lewma ji bo rawestandina van sûcan divê NY û welatên bi aştî û aramiya re eleqedar in bikevin tevgerê.”
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin


