Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yek ji milîtanên pêşeng ên PKK’ê “fermandarê kedkar Şiyar Efrîn meha Tîrmehê di êrîşa dijmin de” şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Şiyar Efrîn ku di êrşa dijmin de şehîd bûye eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
“Hevrêyê me Şiyar perwerdeya xwe ya destpêkê ji Rêber Apo girt û dest bi meşa xwe ya şoreşê kir.
Ji çiyayên Zagrosê heta çiyayên Botanê li gelek herêm û eyaletên Kurdistanê gerîlatî kir.
Bi tecrubeya xwe ya bi salan, di fermandariyê de kûr bû û berpirsyarî girt ser xwe.
Dilnizmiya xwe ya zêde û meziyetên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de pêk anî û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.
Hevrê Şiyar ku şoreşgerê demên ku şert û mercên wê zehmet, derfetên wê kêm û berpirsyariyên wê giran e, her wezîfeya xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi eşq, xwestek û biryardariyeke mezin bi cih anî.
Milîtaniya fedayî ya Apoyî esas girt û ji şervantî heta endamê fermandariya herêm, eyalet û qadê di her astê de wezîfe meşand.
Fermandariya Berxwedana Rêveberiya Xweser kir ku yek ji lûtkeyên têkoşîna xweparastinê ya gelê me ye.
Hevrêyê me Şiyar di meşa xwe ya şoreşê ya 30 salan de şoreşgeriyeke xurt, sekneke bêteredut, baweriyeke bilind û serketinên mezin raber kir.
Meşa destanî ya 30 salan a fermandarê fedayî hevrê Şiyar wê her tim ji aliyê ciwanên Kurd ên esil û hevrêyên wî ve mînak bê girtin.
HPG’ê herî dawî got: “Em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Şiyar Efrîn, gelê me yê Efrînê yê cefakar û hemû Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”
Agahiyên derbarê şehîd de wiha ye:
Nasnav: Şiyar Efrîn
Nav û Paşnav: Lokman Îsmaîl
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



