Artêşa Îsraîlê dîsa li gelek heremên Şerîda Xezayê êrîşên hewayî pêk anî.
Di van êrîşan de li Refah û Xan Yunisê 24, hin heremên din ên Xezayê jî 8 kes mirin.
Li gor Wezareta Tenduristiyê hejmara miriyan derket 41 hezar û 272 û ya birîndar jî derket 95 hezar û 551 kesan.
Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji saetên sibê ve li dijî herêmên cuda yên Şerîda Xezayê de 24 kes mirin.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Şerîda Xezayê Mahmud Basal li ser hesabê xwe yê telegiramê daxuyaniyek da.
Mahmud Basal diyar kir ku Îsraîl ji bakurê Şerîda Xezayê heta sînorê Refahê li başûr êrîşên xwe yên li ser herêmên cuda didomîne.
Basal da zanîn ku li bakur û navenda Şerîda Xezayê û li bajarên Refah û Xan Yûnûsê kuştî û birîndar hene.
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Xezayê 6 kes mirin
Her wiha di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê de hat diyarkirin ku balafireke şer a artêşa Îsraîlê li nêzî qada seyrangehê ya şaredariya Xezayê maleke kir armanc.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di encama êrîşa hewayî de 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeya WAFA’yê de hat gotin ku hêzên Îsraîlî li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê çend avahî li bakurê kampa Nuseyrat a penaberan li beşa navendî ya Şerîda Xezayê teqandin, lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehat dayîn.
Doh ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve bîlançoya giştî hat parvekirin.
Li gor Wezareta Tenduristiyê hejmara miriyan derket 41 hezar û 272 û ya birîndar jî derket 95 hezar û 551 kesan.
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Cenînê de 2 kes mirin
Li aliyê din daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ekîbên Heyva Sor cesedê 2 Filistîniyên ku li bajarê Kabatiyayê di mala ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû dorpêçkirin jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê din ve şahidên bûyerê ragihandin ku artêşa Îsraîlê wesayît û leşkerên xwe ji bajarokê Kabatiye vekişandine û rêyên ku diçin wî bajarî hatine vekirin.



