Artêşa Îsraîlê li ser rêya balafirgeha navneteweyî ya Şamê erebeyek kir hedef.
Di encamê de kesek hate kuştin û kesek jî birîndar bû.
Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê erebeyek li ser rêya balafirgeha navneteweyî ya Şamê kir hedef.
Tora Sky News diyar kir ku erebeya hatî hedefkirin a endamên Hizbullaha Iraqê ye.
Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Li hember tevlîheviya heyî, xelkê Siwêdayê bi banga xwe bi-israin û li qada ne.
Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên bi banga pêkanîna guhertina siyasî û bicihanîna biryara 2254’an a NY, dewam dikin.
Li Qada Kerama ya navenda bajarê Siwêdayê xwepêşandaneke navendî hat lidarxistin.
Xwepêşandêran dirûşmên “Gelê Sûriye yek e” û “Mafê min e bi ewlehî û aştî bijîm” berz kirin.



