Li gundewarên Tertûsê cenazeyê kesekî 40 salî hate dîtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şêniyên bajarê Tertûsê cenazeyê kesekî 40 salî li kêleka rêyekê dîtine.
Li ser cenaze şûnên guleyan hebûne.
Têkildarî vê buyerê hîn jî hikumeta Şamê tu daxuyanî nedaye.



