Şêniyên bajarê Qamişlo xiyaneta PDK’ê ya bi dagirkeriyê re şermezarkirin û ev bertek nîşan dan:
“Em wan qebûl nakin, ew ne Kurdin û divê ji axa me derkevin.
Divê gelê kurd li hemberî dagirkeriyê bêdeng nebin..”
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê didome.
Li hemberî wan êrîşên li ser xaka Iraq û başûrê kurdistanê rayedarên Iraqî jî bêdengiya xwe diparêzin.
Lê gelê kurd li hemberî dagirkerî û nokeriyê bi hêrsin.
Welatiyên li bajarê Qamişlo derbarê vê yekê de axivîn û hêrsa xwe anîn ziman.
Welatiya bi navê Helîme Ebdilrehman diyar kir ku PDK’ê ne Kurdin û got:
“Ger ew Kurd bana vê xiyanetê bi serê birayê xwe nedikir.
Êdî bese dev ji vê xiyanetê berde.”
Welatiyê bi navê Mihemed Kozî jî da zanîn ku PDK’ê ji dagirkeriyê re rê vedike û wiha anî ziman:
“Bi erebeyên xwe hêza Tirkan dibin li dilê Kurdistanê bi cîh dikin.
Peyman çêkirine ku beramberî wê li Başûrê Kurdistanê desthiladariya xwe bidomînin û PKK’ê tasfiyê bikin.
Divê malbata Barzanî ji nav Kurdan derbikeve.”
Şêniyên Qamişlo: Divê her kes li dijî xiyanetê rabe
Mihemed Kozî bang li her kesî kir ku bi PDK’ê re nebin hevkar û got:
“Pêwîste tu mirovên welatparêz ên ji bo welatê xwe têdikoşin, bi xayîn û çeteyan re kar nekin.”
Welatiya bi navê Selma Ehmed Yusif jî bertek nîşan da û anî ziman ku ev partî ne Kurde û divê ji Kurdistanê derkevin.
Herî dawî jî welatiyê bi navê Şivan Hesen Hisên axivî û ev bertek nîşan da:
“PDK’ê destê dewleta Tirk digire û êrişî Kurdan dikin.
Em wekî gelê Rojava vê xiyanetê qebûl nakin û em ê heta dawiyê li hemberî wê bisekinin.”



