Ji bo berdewamkirina kongreya xwe ya dehemîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk ji saetên sibehê de xebatên xwe careke din dest pê kir.
Kongreya PYD di salvegera 21’an a avabûna partiyê de hatiye bi rêxistnkirin.
Kongr bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk” hat li darxistin.
Kongir bi beşdarbûna 700 delegî di roja duyemîn de dewam dike.
Îro danê sibehê bernameya siyasî ya partiyê ji aliyê endama desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat “Foza Yûsif” ve hate xwendin.
Foza Yûsif: Divê em derfetê nedin sîxuran ku bi pêşeroja me bilîzin
Foza Yûsif bal kişand ser pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û got:
“Tişta ku li Îmraliyê diqewime, polîtîkayeke ku ne tenê bi Rêber Apo ve girêdayî ye, bi giştî gelê Kurd ve girêdayî ye.”
Foze Yûsif behsa rewşa siyasî ya navdewletî û herêmî kir û amaje bi wê yekê kir ku aloziya li herêma Rojhilata Navîn ber bi xirabtirbûnê ve diçe û got:
“Pilanek heye ji aliyê hêzên navdewletî ve ji bo cîbicîkirina berjewendiyên xwe bi çêkirina aloziyê bi rêya şeran.
Ev erîşên ku li Başûrê Kurdistanê jî diqewimin wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li herêmê rû bide, ger li beramberî wê neyê sekinandin.
Divê gelê kurd sîxuran efû neke û hesab ji wan bixwaze”
Foza yûsif herî dawî bang li gelê aştîxwaz kir ku bêdeng nemîne, xebata xwe bilind bike û bi yek helwestî li beramberî nûkeran rê bigrên.
piştre nirxandinên delegeyan li ser kar û xebatên partiyê di du salên derbasbûyî de û rewşa siyasî û rêxistinî hatin guhdarîkirin.
Tê payîn ku piştî guhdarîkirina nirxandinên delegeyan, guhertina rêziknameya partiyê bê nîqaşkirin û li ser wê were erêkirin.



