“Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk” .
Di bin vê dirûşmê de Kongreya 10’an a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê li Hesekê tê lidarxistin .
Ji tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam û Ewropa 700 delegeyên partiyê,
Rêveberiya Xweser , TEV-DEM , MSD û nûnerên saziyên jinan, leşkerî, şêxên eşîrên Ereban beşdarî kongreyê bûne.
Destpêka kongreyê Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah dest bi axaftinê kir.
Li gorî komîteya amadekar dê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser û Kongra Star jî wê axaftin werin kirin
Her wiha dê rêziknameya partiyê di ber çavan re were girtin û li gorî pêşniyar û nêrînan were guhertin.
Piştre dê meclisa giştî ya partiya û hevserokatiya nû werin hilbijartin.
Kongre di salvegera 21’an a damezirandina partiyê de dest pê kiriye wê du rojan (21 û 22’ê Îlonê) dewam bike.



