Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên revandin, kuştin, talankirin, birîna daran û bazarên li ser mal û milkên şêniyan didomînin.
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Polîsên Leşkerî” 4 şênî revandin.
Çavkaniyên xwecih ên li Efrîna dagirkirî ragihand :
Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Fadil Hisên (46) ê ji pêkhateya Ereb li taxa Eşrefiye revandiye.
Li gor agahiyan heta niha sedema revandinê ne diyar e.
Cendirmeyên Tirk jî şêniyên bi navên Mueyed El Elî û Mihemed El Elî yên ji bajarokê Neway ê Derayê,
Hesen El Hayik ê ji bajarê Helebê dema hewl didan sînor derbas bikin û bikevin Tirkiyê revandine.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



