Rayedarekî leşkerî yê Îranê daxuyand ku ji bo koçberên Efgan derbasî welatê wan nebin li ser sînor dîwarek bi dirêjahiya zêdetirî 10 kîlometreyan ava kirine.
Alîkarê Fermandarê Hêzên Bejahî yên Îranê ragihand ku li ser sînor zêdetirî 10 kîlometreyan dîwar hatiye çêkirin û tê plankirin ku 50 kîlometreyên din jî bê avakirin.
Wezîrê Karê Hundirîn a Îranê Îskender Mumenî ragihand ku di 9’ê Îlonê de sînor bi “temamî” hatiye girtin û anî ziman ku ew “êdî nikarin hejmareke ewqas mezin ên koçberên Efganî qebûl bikin.”
Li gorî hejmarên dawî yên hikûmetê di Tebaxê de weşandin, “zêdetirî 2.7 milyon penaberên qanûnî yên Efganî hene.
Hikûmetê hejmara giştî ya koçberên Efganî yên li ser xaka Îranê eşkere nekir.
Lê endamê parlamentoyê Ebulfazl Turabî hejmara koçberan di navbera şeş û heft mîlyonan de texmîn kir.
Li gorî hin derdoran jî hejmara koçberên Efganî 8 milyon e.
Piraniya wan li bajarên mezin bi mûçeyên kêm dixebitin.
Bi piranî li avahîsaziyê yan jî di karsaziyên piçûk de dixebitin.



